Peyv û Deng

Dilek, dikare çiqas barî hilgire.

Dilek, dikare çiqasî li himber evîna xwe bêdeng bimîne.

Dilek, bi bêdengiya xwe dikare çiqas derbibe û ya di hundurê xwe de pê dikele, bi derve bide zanîn.

Dilek, bi dengê xwe dikare çiqasî hezkirina xwe bibêje û bîne ziman.

Dilek, kela hundurê xwe bi kîjan zimanî dikare bigihîne dinyaya ker û lal.

Dilek, ew ê karibe çiqasî ji hêza xwe bawer be û ji rebeniya xwe rizgar be.

Dilek û zimanek çiqasî dikarin li hevdu bibahnin û hestên difûrin bînin ziman.

Dilek van pirsan bi min dide kirin. Difikirim ku ew ê hew ewqasî bikaribe bayê hebûnê li dara heyatê bibahnîne. Ewqasî ji hebûnê, ewqasî paqij û ji kûr ve derbirînê bikêlimîne.

Dengek, dikare çi bîne serê guhdaran û wan bike hevparê barê xwe.

Dengek li darê dinyayê dikare mirov çiqasî bi ber bayê xwe xe.

Peyv, ew hêza bêdawî.

Peyv, ew fersenda bêfersenda.

Peyv, ew tişta herî delal û xweş ji devê evîndara.

De kerem bikin ji devê evîndarekê û ji dengê dengbêj Xerapêtê Xaço:

“Lê lê dayikê, heyranê de tê rabe

Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê

Serê min bişo û xemla min li min bike

Bisk û tev morîkan li ber enîka min çêke

Hey lê lê lê hey lê lê lê

Lê lê hey delalê

Heval û hogirên me çûne Mexrûbî Şexa

Tewavîka di gelîkê kûr de

Keçik digo lê lê dayîk heyranê

Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê

Bila bêye nava sîng û berê min keçikê

Herke tê min dixwaze bila gelo bê min bixwaze

Herke tê min direvîne bila bê min birevîne

Herke min narevîne, sibê wê min birêkin

Hey lê lê lê

Lê lê hey delalê

Ay feleka me xayîn e

Wele me dixapîne bi me re nayê domê

Hey domê”

Deng radibe û datê. Bilind û nizm dibe, dûr û nêz dibe lê her bandora wî berdewam e. Teqil bi teqil pêlên xemgîniyê bi xwe re tîne û li dilê min bar dike. Sewta wî li dilê min dixe. Çiqas mirov bi tiştekî biêşe ew çend min diêşîne û difikirîne.

“Lê lê dayikê heyranê

Kanîkê me şêxan û mîran li wî hemberî

Keçik dibê dayîk heyranê

Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê

Bila ji nîvê şevan û pêştir

Bê nava xan û xetê min gerdenê

Herê devê xwe têxe boxazî qirikê

Nava hilî mircan û morîkên min rebenê

Heta devê te bigihêje

Binê qûlpê guharê min ê heyderî

Hey lê hey lê lê lê

Lê lê lê hey delalê

Ay feleka me xayîn e

Gidî me dixapîne bi me re nayê domê

Hey domê”

Deng bi wê hêza xwe ya efsûnî radihêle min û min bi xwe re dibe. Dîmênên ku ez dibînim heyfa min li rojên çûyî tîne. Dê û bavê min, jiyana me ya berê, gund, hewqa kalikê min, şevbihêrkên me, xewa li ser xaniyan, toza bênderan, kewarên hunguv û mêşê wan, bîra mihînî, mahrên reş yê di binê kulînê de, mahrê kor ku bi dengên çivîkên li ser darê em pê dihesiyan, wan leglegên hêlîna xwe li ser qotê dara tûyê çêdikirin, hechecîkên hêlîna wan li ber beştên me, kuvarkên bi mijê re çavên xwe li dinyayê vedikirin, hinetasikên li tahtan, tûmên xurnûbê û berikên wan, keriyên pez, şivan û kulavên wan, kozên berxan, firo, şîr û kêfa kefa şîrê di satilan de, meşk û dewê meşkê, rûnê nîvişk, bêhna nanê tenûrê û qîvarên li qeraxên benê erdan, elok û mirîşkên modika wan wenda ku li nava pûş û deviyan ne ji xwediyên xwe re lê ji me re hêk dikirin û çi û ne çi, tevdekî bi dengê tê guhê min re dibînim.

Ev çi ye?

Ev ne hew deng e, dîmen e.

Ev ne hew deng û dîmen e, bîranîn e.

Ev ne hew deng, dîmen û bîranîn e, qêrîn û nalîn e.

Bi vî deng û sewtê re hemû rojên min yê berê zindî ne.

Ew tiştekî dibêje, ez pê re tiştekî din dibînim.

Ew hîsekê derdibe ez pê re hîsên din dijîm.

Bi gotina, “Lê lê dayikê, heyranê de tê rabe

Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê

Serê min bişo û xemla min li min bike …”

Dewr û dewranek din dijîm.

Diherim ser wî çemê li rex gund û di derbiharekê de diya min serê min dişo. Hezkirin û bêrîkirina dê û bav dike ku kêl li birînên min vebin. Dû re li ser difikirim bê ew çi dibêje ez çi dibînim û dijîm.

Dengbêj bi wê sewta xwe ya tûj qala serpêhatiyekê û sewdayekê dike, ez bi huzna wê sewdayê re diherim çi dijîm û çi dibînim.

Dengê dengbêj min bi gotina vê peyvê re “Lê lê dayikê, heyranê de tê rabe” dibe cihekî din, dewranekî din û xedariyeke din dibînim û dijîm. Qey ji ber vê birînê ye ku ewqas bi bandor e gotina vî dengbêjî. Li pêş çavên wî dê û bavên wî dikujin. Ew eş û bêçarî tevdek di dengê wî yê ku wê çaxê ji tirsa jê çênebûye barbûye û niha li dinyayê belav dibe. Belav dibe û wê êşa wî dike para me gişan.

Qey hew debar dike.

Qey nema dikare bi tena serê xwe di binê wî barî de rabe û ji me dixwaze ku em carek din nehêlin kes li himber çavên zarokên wan bên kuştin.

Ji xemgîniya rojên buhurî û wendakirina dê û bavên xwe.

Ji xemgînya ku dê û bavên dengbêj di zaroktiya wî de li pêş çavan kuştine.

Ji xemgîniya evîna keçika ku dil daye Lawikê Metînî û bûye sebeb ku ez bi dengê vî dengbêjî li ser baskên xeyal û ramanan siwar bibim, bifirim û bifikirim.

Li ber kîjanê kevim, li ser kîjanê biêşim û li ser kîjanê binivîsim.

“Lêlê dayikê heyranê

Kanîkê me şêxan û mîran çendî birêzin

De dibê qîzên me derketin şengzerî ne

Bûkên me li meytanê firêzê

Keçik dibê dayîk heyranê

Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê

Hele tê min dixwaze bila bê min bixwaze

Tê min direvîne bila bê min birevîne

Herke min narevîne

Sibê wê min biguhêzin

Hey lê lê lê

Hey lê lê hey delalê

Ay feleka me xayîn e

Wele me dixapîne bi me re nayê domê

Hey domê”

Wek her tiştê li jiyanê ev kêlîk jî ew ê bibe hebû û tunebû.

Deng hêdî hêdî wenda dibe wek wan rojên buhurî û şopa xwe hiştî.

# YAZARIN DİĞER YAZILARI

Yazar Ronî War - Mesaj Gönder


göndermek için kutuyu işaretleyin

Yorum yazarak Mardin Haber Gazetesi Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Mardin Haber Gazetesi hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.

Haber ajansları tarafından servis edilen tüm haberler Mardin Haber Gazetesi editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Mardin Haber Gazetesi değil haberi geçen ajanstır.



Anket Mardin'in en Büyük sorunu nedir?
Tüm anketler