Zîzo

Bi şiyarbûnê re hîsek nexweş li dilê min peyde bû û bêaramiyekê ez rapêçam. Kengî ku ev hîsa nebixêr li min peyde dibe teqez serê min dikeve teşqeleyekê. Gelekî di nava nivînan de mabûm. Kengî ku diherim kar gazinan dikim û dibêjim, ev çi eziyet e, tu dibêjî qey ji bona xebatê hatime vê dinyayê. Roja ku naçim kar jî îcar ji aciziya canê xwe nizanim ez ê çi bikim. Hinekî din jî di nava nivînan de wextê derbas dikim. Nabe. Ji nava nivînan derdikevim. Taştêya xwe dixwim û wek her car berê xwe didim qahweyê.

Hinekî ji mal dûr ketibûm, çipikên baranê li rûyê min ketin. Ewrên ku rûyê xwe tirş kiribûn, bûbûn wek guhanên tije şîr ku bi destdanê re dibe pije pija şîr li satilê dikeve. Min fêm kiribû ku ev rûtirşiya ewran ji bona min ne ji xêrê re ye. Berî baranê diviya bigihiyama qahwê. Ji ber wê hîsa xerab di ber xwe de keniyam û min got, “Qey ez ê li ber ava baranê herim kuro!” Min lezandibû. Hîna nuh gihabûm ber avahiyeke bi sitar, baranê gotibû, “Ha ji te re!” Baranek dibariya, nayê gotin. Av herikî û rê bûn wek çem.

Min xwe baş da ber avahiyê û min pişta xwe sipart dîwêr. Têra xwe sar bû. Heger şil bibûma teqez êz ê nexweş biketama. Baranê vekir lê ka ji ava baranê kî dikare gava xwe biavêje û here. Hinek di ser vekirina baranê re çû min dît ku yekî ruh têde tune tenekeyeke agir di destan de xuyabû. Xwediyê tenekeya agir ji min û wê de rûnişt xwe germ dike. Kê ev tenekeyê agir dabû viyê dîn nizanim. Te pif bikirayê ew ê li ber bayê pifê biçûya. Hew hestî û çerm mabû, niha vê sermayê dikira ruh ji laşê wî bikişanda.  Min xwe li tenekeyê agir girt û hatim hinda wî. Min destê xwe da jorî agir. Wî bêyî ku serê xwe rake ez dişopandim. Hîna min dixwest henekê xwe bi wî bikim û kêfê lê biqewitînim yek li ber min sekinî. Wek di binê bîrekê de bim û yek li devê bîrê rûnê, min di tariyê de bihêle û piştî kêlîkekê ew ê hilma min biçikîne, li min hat. Li himber min sekinîbû li nav çavên min dinerî û bûbû tîqetîqa wî dikeniya. Vê sermayê ji barana bariyaye tayekî zuha di kincên wî de nema bû. Bi şewqe bû û qapûtekî dirêj lê bû. Di bin qapût de çakêtek, di binê wî de jî êlegek û qazaxek lê hebû. Xwediyê qilafetekî wisa girs bû ku bi rehetî du kesên wek min diçûn hundurê wî. Ber wî vekirîbû û kêrek di ber de bû. Sola wî di nava çiravê de wenda bûbû. Tew şilî û serma ne xema wî bû!
 
Viyê ji nişka ve peyde bûbû û li nava çavên min dinerî maht li min sar kiribû, ji dêvla wê kêfa ku ez ê ji xwediyê tenekeyê agir bikim ricifekê xwe ji çavên viya berdabû hundurê min.

Wek min kêra wî nedîtibe tevgeriyam. Li nav çavên min dinerî, hey dikeniya û tiştek di destê xwe de hûr dikir. Li çi difikirî, nizanim. Bi destê xwe yê vala lîçika ku xwe wek werîsekî ji poza berdabû paqij kir û dawşand erdê. Piştî ku pozê xwe paqij kir, destê wî çû ber poza û ew tişta di destê xwe de kişand bêvila xwe. Bi mahne li nava çavên min dinerî, wî fêm kiribû ku hesaban jê dikim. Serê xwe hejand û destê xwe yê bi lîçik di qapûtê xwe da, dû re ew dest bir bêrika çakêtê xwe û derxist. Li nav çavên min dinerî û destê xwe dirêjî min kir. Min nizanîbû çi bikim. Mahdê min ji destê wî dixeliya lê wek ruhstîn li himberî min sekinîbe jê ditirsiyam. Tûtina di destê xwe de carek din dirêjî min kir û bi xeyd got:
-Wek lawê camêran bike û li ser teriya xwe rûnê!

Tavilê li ser fikirîm, bê bi wê hêjbûna brûsk ji çavan diçûn, bi wê serweriya wî ya ku ez biçûk didîtim, bi kêra di ber wî de û bi qilafetê wî yê girs ew ê karibe çi bîne serê min. Zimanê min nedigeriya. Zimanê min bûbû wek qasidê tirsonek ku ji barê peyva ew ê bibêje, ditirse. Wê gavê bûbû tîqe tîqa xwediyê tenekeyê agir. Tew min ew ji bîr kiribû û bi dengê kenê wî re veciniqîbûm. Xwediyê tenekeyê agir dikeniya û li ser hev ji kesê din re digot:
– Zîzo Zîzo tîredîno tîredîno Zîzo! Hîî hîîî tiredîno Zîzo tiredîno hîîî hîhî.
Min nav û dengê Zîzo bihîstibû, sicîla wî hat bîra min û bêtir ricifê ez girtim. Niha, min qîmetê jiyan û azadiyê çêtir fêmkiribû. Ne eziyet û westana kar li ser bala min bû, ne wateya wexta ku li mal bûm ji ber betaliyê li ser aciziya xwe difikirîm mabû, ne jî wateya pirsa bextewarî çiye hebû. Wek kesên di bîreke kûr de werbûbe û bixwaze ji wê rewşa dijwar rizgar bibe min jî dixwest ji rewşa ketimê rizgar bibim.
Zîzo ewil guh nedabû gotinên xwediyê tenekê. Dû re qey bêhna wî teng bûbû, bi hêrs lingê xwe li erdê xist û got:
-Hiş be lawê min! Biner ez ê devê te biçirînim ha!
Wexta lingê xwe bi hêrs li erdê xistibû ew çirava pîs ji ber lingê wî pekiyabû ser min. Xwediyê tenekeyê agir hustê xwe xwar kiribû û di ber xwe de gotibû:
– Çi no ye law! Çi no ye law! Bavo bavo bavo çi no ye law! Çi no ye law! Çi no ye law! Bavo bavo bavo çi no ye law!

Bi îşaretan ji min xwest ku ez bi ya Zîzo bikim û wî ji tirsa dengê xwe birrî.

Di navbera du dînan de mabûm. Min xwe li ber xwediyê tenekeya agir xweş kiribû ku henekên xwe pê bikim û kêfê lê biqewitînim çi dihat serê min. Min li derdorê nerî kesek li derdora me tunebû. Min qenc fêmkiribû ku ev ne heneka kesî ye û kesî Zîzo li min neelimandiye. Ji sawa mirinê min tûtina di destê wî de girt û wek wî tûtin di nava destê xwe de qenc hûr kir. Çavekî min jî li revê ye. Lê qudûmê min naşuxule ku birevim. Kesek jî nedihat wan deran.

Min wek Zîzo kir û ew tûtina di nav destê min de hûr bûbû min kişand pozê xwe. Pê re bû pişke pişka min û hêsiran di çavên min re avêt. Bû hîre hîra Zîzo û bi min keniya. Wek tu benê zîzokekê berdî û zîzok li erdê bizîvire û zîz bibe ew jî wisa di cihê xwe de zîz bû. Heta wê gavê min digot qey gelekî digere loma jê re dibêjin, Zîzo. Tu nabêjî bira jî wek zîzokê ye. Ew zîz dibû ez gêj dibûm.

Dû re sekinî, wek serleşkerekî ku di şer de bi ser ketibe xwe buxudand, cilê xwe li hevdu rast kir, fitilî, da nava wê avê û çû.

Hêsiran di çavên min re diavêt. Min ji xwe re got, “Îcar ev çi bû hat serê min lawo!” Piştî ku Zîzoyê dîn çûbû tirsa mirinê û sawa wî ji dilê min derketibû. Li ser vê gava kurt ya bindestiyê ku wek ezabê qebrê bû difikirîm. Bûbûm wek wan nexweşên ji nexweşiyeke giran xelas bûbin û nuh li qîmetê siheta xwe hay bûbin. Bi derbekê re bûbû piqîna xwediyê tenekeyê agir keniyabû û gotibû:
-Xalo  xalo xalo, xalo te dît bê Zîzo çi no bû ne? Zîzo dîn bû ha hîîhîhî. Dîn e wî de dîn e ha! Bavo bavo bavo çi no bû law! Çi no bû law! Çi no bû law!
Min jê re gotibû:
-Erê xalo qurban, Zîzo dîn û no bû!

Nizanim bê çima ez jî bi wî re keniyabûm.

# YAZARIN DİĞER YAZILARI

Yazar Ronî War - Mesaj Gönder

# Kar

göndermek için kutuyu işaretleyin

Yorum yazarak Mardin Haber Ajansı Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan yorumlardan Mardin Haber Ajansı hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.

Anadolu Ajansı (AA), İhlas Haber Ajansı (İHA), Demirören Haber Ajansı (DHA), Anka Haber Ajansı (ANKA) tarafından servis edilen tüm haberler Mardin Haber Ajansı editörlerinin hiçbir editöryel müdahalesi olmadan, ajans kanallarından geldiği şekliyle yayınlanmaktadır. Sitemize ajanslar üzerinden aktarılan haberlerin hukuki muhatabı Mardin Haber Ajansı değil haberi geçen ajanstır.



Anket Hangi belediye başkanı daha başarısız?