Yazı Detayı
29 Eylül 2020 - Salı 17:27
 
Ji serdana Paporo
Ronî War
 
 

Di xwêdanê de mabûm. Ji serdana Paporo dihatim. Paporo hevalê min ê zarokaniyê ye. Mala wan li rexê bajêr bû. Wê rojê dîsa li ser xênî kevokan difirîne. Yek ji kevokên wî qey gelekî xweşik e û xweş teqleyan diavêje. Paporo ji kêfa kevokê re xwe ji bîr dike ku li ser xanî ye, çavên wî li kevoka ye dimeşe û di xênî werdibe. Xwedê ew sitirandiye hew destekî wî şikiyaye. Gelekî kêfa wî ji serdana min re hat.

Wexta ku giham texma dikana Bahlîfo ji tîna qirika min zuha bûbû. Min ji dolaba li ber devê dikanê ye rahişt şûşeyeke avê û min xwe da ber siya darê. Ji germa havînê ji min hebû ku dûxan dike ji serê mi here. Li hundur dikanê Bahlîfo, Keremê xêvik û zilamek hebûn. Keremê xêvik ji cihê xwe pengizî, bêronî li min qelibî, ne ji darê bûya hindik mabû ku ez li ser piştê li erdê xistama. Bahlîfo bi yê dikeniya re xeyidî û got:

-Tu çi bêhawe yî yaw? Ma ne gunehe ku hûn carê lê wisa dikin?

Keremê xêvik, ji ber xêvikiya wî bavê wî her meh jê re hinek pere diavêt bankayekê. Yê dikeniya jî wek gelek kesan jê re gotiye, “Wexta ku dihatim min dît agir berdabûn bankayê!” Ji Kerem hebû ku banka ya wî bû û wek hercar diçû pere û bankaya xwe ji şewatê xelas bike.

Min xwe gihand cihê ku dolmîşên xeta Mêrdîn û Qoserê tên di wira re derbas dibin. Li ber siyê sekinîme. Di cihê xwe de xwêdan didim. Dolmîşa ez li bendê me hat, min destê xwe lê rakir, li ber min sekinî. Min xwe li ber camê girt, min cam vekir û rûniştim. Hinekî li pêş dîsa dolmîş sekinî, gelek rêwiyên din li vira siwar bûn. Nizanim ji germa bû ji çi bû xewa min hat. Min jî çavên xwe girtin. Bi êşa eniya xwe re ji xew şiyar bûm. Serê min li paldanka pêş ketibû. Şifêr bi xezeb ji dolmîşê daketibû. Teyşî xewê bûm.

Ji taksiya ku li pêşiya dolmîşê sekinîbû, çi bibînim çar zilam peya bûn her yek ji wan wek stûnên apartmanên deh qato bûn. Duduyan ji wan êrîşî şifêrê me kirin û herduyên din jî ew ji hevdu dikirin. Şifêrê me ji destê xwe re ne xerab bû lê Xwedê qawet dabû wanên din. Piştî ku bêhna xwe fireh kirin li taksiyê siwar bûn û çûn. Şifêrê me vegeriya hat li cihê xwe rûnişt. Wek barê qamyonek çimento daxistibe lêhatibû, xuyabû ku jê nedihat dolmîşê biajo. Piştî hinekî kiribû nirçe nirç  serê xwe hejandibû û dolmîş ajotibû.

Di wê navberê de deng bi kaloyekî ketibû. Kalo li paş şifêr rûdinişt. Kalo gopalê xwe dihejand û digot:

-Hela tu li vê felekê binere kuro, em ewqas zilam di vê dolmîşê de ne, xelk radibin li pêş çavên me li şifêrê me dixin. Xwarzê ka tu xwe bigihîne wan eyn em ê îcar bavê wan bişewitînin!

Bi van peyvên kalo re Şifêrê me ruh pê ve hat û xwe gihand taksiyê, bi selektor û îşaretan ew dan sekinandin. Dolmîşa me jî sekinî. Şifêr ewil tiliya xwe danî ser otomatîka deriyê ortê, derî vekir ku em rêwî tevlî kalo dakevin herin alîkariya wî û ew jî daket çû.

 

Vê carê her çaran bi hev re li şifêrê me dixistin. Heta ku tê de betilîn li şifêrê me xistin û ew wek têlîsekî kayê avêtin erdê û çûn.

Wê kelekela havînê, em di binê wê tavê de, di wê dolmîşa sincirî de xwêdan didin û bêdeng in.

Şifêrê me ji nav wê toz û rimilka erdê rabû, xwe dawşand û hat di dolmîşê de rûnişt. Kêlîkekê bêdeng ma, dû re fitilî ser me rêwiyan û got:

-Erê law we alikariya min nekir, nekir ma qey nedibû ku hûn me ji hevdu jî bikin?

Deng ji me kesî çênebû. Min xwe da benda xwediyê gopêl ku tiştekî bibêje. Tew li xwe hoy jî venedida.

 
Etiketler: Ji, serdana, Paporo,
Yorumlar
Haber Yazılımı