|
||
![]() |
Darik | |
Ronî War | ||
Min zanîbû ku cegera te ji pola ye, lê min nizanîbû ku sebra te wekî ya Eyibê kurma xwarî ye. Tu çawa dikarî ew qas xwe li ber tiştan ragirî? Tu vê bêhna xwe ya fireh ji ku tînî? Nizanim! Tiştê ku ez pê dizanim, heger kî di dewsa te de bûya, niha sed carî gotiba, “gurm!” û teqiyaba. Tiştê ku ji min re hatiye gotin û heta niha me bihîstiye ev e: Xwedê her tiştî bi hev re nade kesî. Lê vaye daye te. Belê tu zilamekî heyf î. Hew ez û Xwedê dizanin bê tu çi dikşînî ji destê vana. Erê. Rast e. Ne tên xwarin û ne jî tên avêtin. Derd in derd!.. Tu xwe li yê ku ji te re dibêje, “na bavo lampeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” digirî û tu diherî hinda wî. Tu carek din li wî guhdar dikî. Ez ne bawer im ku ji bo xatirê ez bi çavên xwe bibînim û bi guhên xwe bibihîzim tu wilo dikî. Heger wilo be, tu ji vir û heta mala Xwedê neheqiyê li min dikî. Çimkî ez bi te zanim û ne hewceye tiştekî din. Gava ku yê te xwe lê girtiye û tu hatiye cem wî, vê peyva xwe dubare dike û dibêje, “na bavo lampeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” Ez dibînim ku jinikeke navosere li ber ekrana televîzyonê sekiniye û tîq tîqa wê ye dikene. Hêsirên ku ji ber kenê wê ji kanîkên çavan herikîne paqij dike û ji hevala xwe re dibêje, “Hela tu ji bo qedrê Xwedê dikî lê binêr. Tu li wî û darikê di destê wî de ye binêre Xwehê. Hela binêr bê çawa radike, datîne û xwe jî pê re dihejîne. Niha jina wî jî dibêje, “Mêrekî min jî heye û dihere kar,” wey xweliya heft gundan li serê wê jinê be ku ji te re bibêje, “mêro.” Yê ku jinika navosere pê dikeniya û henekê xwe bi wî û karê wî dikir şefê orkestrayê bû! Gava ku wî darik li ba dikir û orkestra pê îdare dikir, jinika navosere pê dikeniya û ew nedixist şûna zilaman! Bi qasî ku jinik dikene û henekê xwe bi şef dike ew qasî jî gunehê te bi jinikê tê. ADVERTİSEMENT Tu dibînî ku derbê şûna xwe girt, tu me vedigerînî tînî hinda mêvanê xwe hecî Zulfîkar.
Dû re jî devliken dibêje, “em ê rabin.”
|
||
Etiketler: Darik, |
|